Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dê vaksîna Koronayê ji Rûsiye, Kûba û Çînê jî bikire

16:41 - 31 Kanûna pêşîn 2020

Rejîma Îranê ku îdia dike yek ji 10 welatê berhemhênerê vaksîna Koronayê ye, dixwaze ji Rûsiye û Çînê vaksîna Koronayê bikire û di wê dawiyê de jî dixwaze digel Kûbayê vaksîna Koronayê berhem bîne.

Roja Pêncşemî 31ê Kanûna Pêşîn, Berpirsê Ofîsa Serkomariya rejîma Îranê, “Mehmûd Wa`izî” daye zanîn ku girêbesta kirîna 20 milyon dozên vaksîna Koronayê gihîştiye encamê û 16 milyon û 500 hezar dozên vaksîna Koronayê bi rêya “COVAX” a Saziya Tenduristiya Cîhanî dê bêne kirîn ku 200 milyon Dolar ên vê girêbesta kirîna vaksînan piştî sala nû dê bi wan re bidin û ti pirsgirêkek derheq dana wî pereyî de nîne.

Herwisa “Wa`izî” daye zanîn ku nêzî 4 milyon dozên vaksîna Koronayê hekî digel Çînê bigihîjne encamê dê bikirin û nêzê 2 mehan dem hewce ye û herwisa got hewl bo kirîna vaksîna Koronayê ji Hindistan û Rûsiyê jî hatiye dan.

Rejîma Îranê bi çewtekariya berhemanîna vaksîna Koronayê xwe rûreştir kir. Niha jî dixwaze digel Kûbayê vaksîna Koronayê berhem bîne.

Wezîrê Vize yê rejîma Îranê, “Riza Erdekaniyan” ragihandiye ku vaksîna “Çîn”ê derfetnameya Saziya Tenduristiya Cîhanî “WHO” tinîne.

4 milyoz dozên vaksîna Koronayê ku ji aliyê “WHO”ê ve nehatiye erêkirin ji aliyê rejîma Îranê ve dê bê kirîn ku qasa girîngnebûna canê mirovan bo rejîma Îranê bi rohnî nîşan dide.