
Di demekê de ku vîrûsa Korona bilez di Îranê de belav dibe, rejîmê biryar daye ku dermanxane, maskan û dermanê paqijiyê nedine xelkê.
Wezareta Tendurustî ya rejîmê, biryar daye dermanxanan ku maskan nedine xelkê.
Spaha Pasdaran a terorîst jî dest bi ser hemû dermanê paqijiyê û maskan de girtiye, û bi hêceta kontirolkirina çawaniya parvekirina maskan, êrîşî ser dermanxanan dikin û maskan gel xwe dibin.
Niha di bajarên Îranê de xelk dibe derî bi derî bigerin, yan çendîn demjimêran li dorê rawestin heta bikarin derman û maskan bi dest bînin.
Piraniya dermanxanan deriyê xwe daxistine û li ser derî nivîsîne ku derma nîne yan mask nîne.
Spaha terorîst, dest bi ser wan hewcehiyên tendurustî de jî digre ku ji aliyê welatên bîhanî ve wekî alîkarî bo xelkê Îranê têne şandin.
Mebesta Spahê ji destbiserdegirtina derman û maskan, bi axavtinên nûnerê Reştê di meclisê de bo hemû kesê eşkere dibe ku dibêje: “Cenabê Elî Şemxanî tu Serokê Şêvra Tenahî ya Îranê yî, ew alîkariya ku te bo xelkê Îraqê birî, ma bo xelkê îranê hewcetir nebû?
Ku wisa ye, Spahê dest bi ser derman û maskan de digre bo girûpên girêdayê xwe di welatê dinê de dişîne .