
Rejîma Îranê ji rêya lidarxistina ciwînan û baskirin ji xêr û xêratê û dana belgên komkirina alîkariyan, henekên xwe bi seh û dilsoziya dersxwanan dike û dixwaze ji vê rêkê ve, berîka malbatên dersxwanan dakute û berîkên xwe tejî bike.
Li wê derheqê de li dibistanan de belgeya alîkarî dane dersxwanan ku, di bin navê “Sedeqe” û xêr û xêratê pere kom bikin.
Li wê derheqê de Bavê dersxwanekê ragihand: “Givaş xistine ser zaroka min ku pere bo wan bibe, di halekê de ku ez bi xwe bêkarim û min ti dahatek tinîne, Hekî ew pere bo dersxwanên hejar e!, bo heta niha ti nedane zaroka min?
Xelk li ser wê bawerê ye ku ev perê ku tê komkirinê, bo berîka rejîmê ye.
Karbidestên rejîmê tevî istandina alîkariyê ji malbatên wan zarokan, gotine wan ku hem ji rêya telefonê ve dikarin pere bidin, û hem ji rêya jimare hisaba bankî ve dikarin alîkariyê bidin.