Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dersxwanan bo perwerdehiya leşkerî dibe

14:03 - 29 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Karbidestên saziya Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîma Îranê, dersxwanên xort, bo perwerdehiya leşkerî dibe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, binke û navendên  leşkerî yên Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîma Îranê li bajarê Şinoyê, dersxwanan bo meydana teqekirinê vediguhezîn û perwerdehiya leşkerî ji wan re bikar tîne.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, li pêwendiyekî telefonî  di gel malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê kiriye ku, îsal Spaha Pasdaran ya terorîst bo çendîn caran polên perwerdehiyê yên leşkerî lidar xistine.

Hevdem li gorî vê nûçeyê, ew dersxwanên ku ji aliyê xwandingehan ve nav nivîsîn bo “Rahiyanê Nûr” kiribûn, hiveşandine û tenê kesên wisa birine ku, ji aliyê hewzeya “Mihemed Resûloleh” ya bajarê Şinoyê navên xwe nivîsîne.

Rejîma Îslamî a Îranê, di şerê 8 salî yê di navbera Îran û Îraqê de jî, dersxwan bo beşdarîkirin li wî şerî de mifah jê verdigirit û hezaran dersxwan di wî şerî de hatine kuştin.

Berpirsên rejîma Îranê, niha jî rewşa şerê 8 salî yê di navbera Îran û Îraqê de, bo berjwendiyên xwe bi kar tînin û dersxwanan bo wan deveran dibin ku di heyama wan 8 salan de şer çê bûye.