Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dest bi çêkirina “Uraniyoma mêtal”ê kiriye

16:08 - 14 Kanûna Paşîn 2021

Ajanasa Navnetewî ya Vizeya Navikî li 24ê Befranbarê, pişrast kir ku Îran “Uraniyoma mêtal” berhem tîne.

Birêveberê Ajansa Vizeya Navikî, “Rafael Grossi”, ragihand: “Îran bona bi pêşvebirina bernameya navikiya xwe û dabînkirina şewata riaktorên lêkolînê, dest bi çêkirina “Uraniyoma mêtal” kiriye.

Wê Ajansê ragihandiye ku Îran dixwaze “Ji Uraniyoma surûştî, Uraniyoma mêtal”ê berhem bîne.

Herwisa Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî tekezî kiriye ku “Îranê bi Ajansê re ragihandiye ku bona lêkolînan û geşepêdan bi çalakiyên navikî, ti astengekê bo xwe nadanên”.

Rejîma Îranê çend rojan berî niha belavkiribû ku, qasa meyandina Uraniyoma xwe heta asta %20 zêde kiriye.

Piştî wê hewla Îranê, Yekîtiya Ewropa, Çîn û Rûsiyê bi rejîma Îranê re hişdarî dan ku, dev ji wan çalakiyên navikî berde.

Rejîma Îranê, çendimîn car e ku lihevhatina navikî binpê dike û geşê bi çalakiyên xwe yên navikî dide.