Di hefteyên derbasbûyî de nêzê 20 hevwelatiyên belûç hatine îdamkirin.
Pêka çavkaniyên Mafê Mirovî, di heftiyên derbasbûyî de 20 hevwelatiyên Belûç bi tohmetên cuda yên wekî “siyasî, ewlehî, muharibe, efsadûl fîlerz û têkdana ewlehiya netewî” di girtîgehên bajarên Esfehan, Zahidan û Meşhedê de hatine îdamkirin.
Rejîma Îranê givaşeke zêde xistiye ser neteweyên bê maf yên wekî Belûç û Kurd û di heyama çend hefteyên derbasbûyî de hejmarek zêde ji ciwanên wan netewane hatine binçav û îdamkirin, û hêj her berdewam e, ew girtin û îdamkirin di halekê de ye ku ti saziyek navnetewî li derheq wan cinayetên rejîma Îranê naye deng.