
Kurdistanmedia: Rejîma Îranê, destdirêjî û êrîşên xwe bo ser axa welatên din diveşêre, û midaxileyên xwe di karûbarên welatên din de bi rewa dibîne.
Roja Duşemî, 29`ê Rezberê, Wezareta Dereve a rejîma Îranê bi fermî belavkir ku, digel gellaleya Tirkiyê bo danîna xala vekolîn û dîdebanî li nav axa Sûriyê, dijkiryara xwe nîşan daye.
“Ebas Mûsewî” berdevkê Wezareta Dereve a rejîma Îranê, tekez kiriye ku em dijî wan hewlên Enqerê ne û ew mijare dibe ji rêka dîplomasiyê ve bê çareserkirin.
Hevdem, ew karbidestê rejîma Îranê di Wezareta Dereve a Îranê gotiye: “Bila serweriya axa Sûriyê bê parastinê û rêz bo bê girtinê”.
Rejîma Îranê di deverê de wekî rejîmek hatiye naskirin ku, tevî vê ku alozî û şer di deverê de diafirîne, hevdem her bixwe, serweriya welatên dinê binpê dike.