Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê destêverdan li zaniyariyên li ser balafira Ukraynê dike

12:39 - 10 Nîsan 2021

Wezareta Derve ya Ukraynê ragihand: “Tehran destêverdanê li rastiyên pêwendîdar bi kevtina xwarê ya balafirê dike û em ti gotineke devkî ku pêka belgeyên rast nebin, bawer nakin.

Roja Înê 9ê Nîsanê, Wezareta Derve ya Ukraynê, tevî bi tawanbarzanîna rejîma Îranê bi destêverdan di zaniyariyên kevtina xwarê ya balafira Ukraynê, ragihand: “Îranê bi cihê alîgirtin ji rastiyan li derheq lêkolînên li ser vê bûyerê, “Kiyêf”ê tawanbar bi lihevkirina nebaş kiriye”.

Di vê daxuyaniya Wezareta Derve ya Ukraynê de hatiye: “Berpirsên Îranê dema ku gotin me zaniyariyên kevtinexwazarê piştî 2 car danûstandinê bi Ukraynê re daye, çewtekariyê dikin û ew dide xuya ku dibe lêkolînên teknîkî li ser sedemên wê bûyerê bêne kirin, lê Îranê pêdegirî li ser vê yekê dike ku, şaşiya mirovî take sedema vê bûyerê bûye.

Herwisa Kanadayê jî di meha derbasbûyî de ragihand: “Rapora Îranê li ser kevtine xwarê ya balafira Ukraynê, bersiveke serast bi ya ku qewimiye nade û tê xuya ku seqet e.

Herwisa Kanadayê di daxuyaniyekê de ragihandibû: “Rapora Îranê pêka rastiyan, şahidan û belgeyan nehatiye dariştin”.

Heta niha rejîma Îranê hewlên micid bona destêverdan di zaniyariyan, perdepoşkirina wan û jinavbirina belgeyan daye.