
Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, taqimek ji çekdarên Spaha Pasdaran li deşta “Şarwêran”ê ser bi bajarê “Mihabad”ê kirinê bi cihê ceribandina çek û teqemeniyan.
Ceribandina wan cebilxaneyên rejîmê, ewlehî û aramiya xelkê deverê têk daye û metirsiyek zêde li ser jiyana xelkê deverê û herwisa ajêlên wê deverê afirandiye.
Rejîma Îranê di her cihekê de ku pê xweş be binkeyên leşkerî ava dike û ew jî dibe sedema vê yekê ku ewlehiya erd û zewiyên xelkê nemîne.
Beşek ji wan binkeyên leşkerî bûnê cihê prewerdeya leşkerî ya hêzên rejîma Îranê ku bûye sedem asayîşa xelkê wan deveran têk here.
Ew cihên ku ceribandina teqemeniyan tê de dikin, bi sedema paşmayên alavên leşkerî gelek garan bûne sedema canjidestdana xelkê.