Kurdistanmedia: Dezgeha Îtila`at a rejîma Îranê, piştî desteserkirina 3 xwendekarên Kurd li zanîngeha Kurdistanê, ji rêya mifahvergirtin ji torên cîvakî yên 2 kes ji wan xwendekaran, peyam û daxwazkariyan belav dike.
Pêka nûçeya ku gihîştiye maplera “Kurdistanmedia”yê, Îtila`ata rejîma Îslamî ya Îranê, di parêzgeha Sineyê de, li ser peycên wan xwendekarên ku hatine desteserkirin belav kiriye ku: “Îro Pêncşemî, 26`ê Befranbarê, kombûna nerizayetiyan birêve naçe”.
Ew peyama di demekê de li ser rûpela wan xwendekaran belav bûye ku ew 3 xwendekar heya niha jî di girtîgehê de ne.
Piştî desteserkirina wan 3 xwendekaran, mobayla wan kesan, ketiye destê Îtila`ata rejîmê û hêzên Îtila`atê jî bo sîxurîkirin li ser xwendekaran, li ser navê wan 3 kesan peyaman belav dikin.
Roja Çarşemî, 25`ê Befranbarê, 3 xwendekarên Kurd yên bi navên “Muslim Silêmanî”, “Zanyar Ehmed Pûr” û “Erşed Etabek”, piştî xwenîşandanên xwendekaran di zanîngeha Kurdistanê a bajarê Sineyê de, ku bo şermezarkirina xistina xwarê a balafira Ukraynê ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve hatibû birêvebirin, desteser kiribûn.
Ew 3 xwendekarên Kurd, heya niha jî hepsîne û nehatine berdan.