Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di bajarê xoyê de dest daniye ser zeviyên xelkê

11:45 - 30 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê li gundên derdora bajarê Xoyê dest daniye ser milkên hevwelatiyên Kurd û Tirk, û her bi vê sedemê xelkê xwedî zevî nerizayetiyên xwe nîşan dane.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, karbidestên rejîma Îranê li gundê “Ezeb” a ser bi bajarê Xoyê, dest danîne ser milk û zeviyên xelkê wî gundê de.

Her bi wî sedemê jî, xelkê gundê “Ezeb” a girêdayê bajarê Xoyê, nerizayetiyên xwe nîşan dane, lê hêzên rejîmê bi awayekî xirab digel wan reftar kirine.

Li piraniya deverên Xoyê, zeviyên çandinî yên her kesekê ku nêzî rêyan in, rejîm bi milkê xwe dizane û wan dagîr dike.

Rejîmê gef ji hevwelatiyên xwedî zevî xwarine, ku wan zeviyan bi rejîmê re bidin, ew hevwelatiyên ku xwediyê zeviyanin, di hember wî karî rejîmê de nerizayetiyên xwe nîşan dane, û di heman hal de jî, hêzên rejîmê bi awayekî nebaş digel wan hevwelatiyan reftar kirine.