Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di beranber “Rûş”a xemilandî bi Ala ya Kurdistanê mat û heyrî ma

12:39 - 20 Adar 2021

Roja Înê 19ê Adarê, ciwanên hêja û welatparêzên Kurdistanê li bajarê “Seqiz”a “11 stêrkan” û li bilindiya çiyayê bi heybete “Rûş”, tevî zêdebûna rewşa ewlehî li deverê, Ala ya 3 renge  Kurdistanê bilind kirin û dîlana hatin a Newroza 2721an lidar xistin.

Nûçegihanê “Kurdistanmedia”ê di raporekê de daye zanîn ku, piştî wê yekê ku di rojên derbasbûyê de, komek ji ciwanên welatparêz ên Kurdistanê bi hevkariya çend girûpên çiyagerî û encumenî yên xelkê di bajarê “Seqiz”ê de, daxuyaniyek belavkiribûn ku, li roja Înê, 19ê Adarê, di çiyayê “Rûş” de kom dibin.

Herwisa pêka vê çavkaniyê, tevî dijwartir bûn a milîtarîzekirina deverê, ciwanan li ser biryara xwe pêdegir û micid bûn û bê guhdan bi gefxwarinên rejîma Îranê û bi kirêgirtiyên wê, xwe gihandine bilindahiya çiyayê “Rûş” û di wir de, bi bilindkirina Alaya Kurdistanê û kombûn û bi dîlana Newrozê, dilê “Dayka Niştiman” şa kirin û limoza dujmin bi axê dan.

Çiyayê “Rûş” cihê çendîn qehremanetiyên dîrokî yên “Hêza Pêşmergên Kurdistanê” ye ku, rejîmê ceribandinên tal têde dîtin.