Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di bin givaşeke zêde ya welatên Rojavayî de ye

12:04 - 14 Çirriya pêşîn 2021

Birêveneçûna danûstandinên Bercamê bûye sedem ku welatên Ewropayî û Amerîka û Îsraîl huşdariyê bi rejîma Îranê bidin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” û Wezîrê Derve yê Îsraîlê “Yair Lapid” li cîvîneke hevpar digel Wezîrê Derve yê Îmaratê li ser nezivirîna rejîma Îranê bo ser maseya danûstandinên navkî ên Bercamê li Viyenê, huşdarî dane rejîma Îranê û herwisa Wezîrê Derve yê Îsraîlê ragihandiye ku eger hewce be dê hêzê bikar bînin.

“Antony Blinken” bi tekezî ragihandiye ku dema zivirîna Îranê bo danûstandinên Bercamê bi dawî tê û eger Îran wê rewşa xwe neguhere, em amade ne ku rêçareyên dinê berçav bigrin”.

Herwisa Wezîrê Derve yê Îsraîlê “Yair Lapid” ragihand: “Eger rejîma terorê biryarê bide çeka navkî berhem bîne, divê em çalak bin û bidin xuya ku cîhana nû îznê nade tişteke wiha biqewime”.

Biryar bû ku Cihgirê Berpirsê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê “Enrique Mora” li roja Pêncşemiyê digel heyeta Îranê ya danûstandinên Bercamê hevdîtinê bike.

Rejîma Îranê bi hêcetgertinên cor bi cor hewla dirêjkirina dema danûstandinên Bercamê dide û dixwaze dem û derfeta hewce bo berhemanîna çeka navkî bi dest bixe.