Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di cihê Lêdana binkeyên Amerîka, li balafira Ukraynê da

12:57 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2020

Rejîma Îranê bona eşkerenebûna pîlana êrîş bo ser binkeyên leşkeriye Amerîkayê, esmanê Îranê nedaxistibû ku bû sedema lêdana balafira Urkraynê.

Roja Înê, 3 ê Tîrmehê, Nûçegihaniya “CBC” a kanada yê di raporeke taybetî de eşkere kiriye ku: “fayleke deng a nû berdeste ku dide xuya kirin, berpirsên herî payebilind yên rejîma Îranê di dema birêvebirina operasiona leşkerî ya hestiyar de, îzna firîna balafirên misafirhilgir û ticarî bo balafirgehê û ji balafirgehê dane û bona wê yekê ku bi hegera daxistina esman bo firokeyan re, renge pîlana êrîş bo ser binkeyên Amerîka di Îraqê de, eşkere biba”.

bi wî awayî canê 176 kesan yên misafirên balafira Ukraynê, bû qurbaniyê siyaseta şerxwazaneya rejîma Îranê û Spaha Pasdaran a terorîst, bi zanebûn, bi lêdana 2 mûşekan, bi awayekî hovane û dûr ji prensîpên mirovahiyê, balafira misafirhilgira Ukraynê kire armanc.

Wê derheqê de, Wezîrê Derve yê Kanada, “Franswa Fîlîp Şampeyn” li ser rûpela xwe a “Twitter”ê nîvîsandiye: “Em bona berpirsayetî, rohnbûn û Îdaletê û qerebûkirina xisar û zirarên malbatên wan qurbaniyan, li piştewanîkirinê dê berdewam bin”.

Rejîma Îranê bona birêvebirina siyasetên xwe yên reş û dijî mirovahiyê, ti giringiyek nade can mirovan.