Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di dengdanê de jî du aliyan çê dike

12:16 - 21 Şibat 2020

Di bajarê Neqedê ku du neteweyên Kurd û Azerî têde dijîn, rejîmê hertimî fitne xistiye di nava wan du netewan de ku du aliyekê çê bike.

Di dema dengdana hilbijartina nûnerê meclisa rejîma Îranê de, disan rejîmê destavêtiye bi darêtina pilanan û çavdêrên Kurd li bajarê Neqedeyê li ser sindoqên dengdanê vêda birine, ku fitneyeke di navbera herdu neteweyên Kurd û azerî de çê bike.

Rejîma Îranê li hemû pilanekê mifahê werdigre ku ew bajarên Kurd û azerî têde rûniştî ne, fitneyan çê bike û wan du netewan li dijî yektir han bide ku li kerbên hevdu re bêne ser sindoqên dengdanê û bibe şanoyek bo rejîma Îranê.

Herwisa di gelek bajaran de jî xelkê beşdarî li wê şanoya hilbijartina nûnerên meclîsa rejîma Îranê nekirî ye.