
Kurdistanmedia: Tevî îdi`ayên rejîma Îranê ku bixwe yek ji zilhêzên deverê di cîhanê de dizane, şikestên vê rejîmê di deverê de, ber bi zêdebûnê ne.
Li gorî nirxên giran ku şerê Sûriyê bo vê rejîmê li pey xwe hebûye, û herwisa kêmbûna micid a şandin petrolê ku, bûye pirsgirêk li pêşiya vê rejîmê, wê rejîma Îslamî ya Îranê neçar bi îlankirina agirbestê di Sûriyê de bike.
Berevajiyê axavtinên Cevad Zerîf ku serkevtina dîplomasî û parhebûnê di biryardana îlankirina agiribestê de gotiye ku, di civîna 16`ê Xermananê ku li Tehranê de hate lidarxistin û “Receb Teyb Erdoxan” û herwisa” Vlademir Potin” jî beşdar bûn, Rohanî bi tundî li dijî pêşniyara agirbesta serkoamêr Tirkiyê bû.
Di rastiyê de agirbesta “Îdlibê” hereketke di rasteya piştguhxistina rejîma Îranê li Sûriyê, û rejîma Îranê bi armanca êrîşkirina berfireh ya bo ser parêzgeha “Îdlibê” dixwast ku djiberên “Esed” neçar bi paşveçûnê bike, û ev şerê 7 salan ku deha milyard Dolar ji bo vê rejîmê xerc hebûye, li pêş destpêkirina dorpêçên qonaxa duyem yên Amerîka û tundbûna kirîza aborî li ser Îranê dawî pê bîne.
Ji aliyekî din ve, “James Franklin Jeffrey” nûnerê Amerîka yê di Wezareta Derve ya Amerîkayê li Sûriyê, li ser vê baweriyê ye ku, agirbesta li “Îdlibê” destpêkeke bo dawîanîna hebûna rejîma Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê, û navbirî li ser vê baweriyê ye ku, heya hebûna milîşên Îranê û yên ku rejîma Îranê piştevaniyê jê dike di nav axa Sûriyê de hebin, em nikarin piroseya aştiyê di Sûriyê de rêk bixînin, çimkû armanca serekî ya rejîma Îranê, li dijî anîna aramiyê di vî welatî de ye.
Ji şikestên din yên rejîma Îranê, wekî bersivdan Rohanî di serdana wî bo New Yorkê, derheq encamdan kiryara terorîstî ya li Fransayê de ye, ku dewleta Firansayê derheq bi kiryara danîna bombeyê di civîna Saziya Mucahdînê Xelq li “Parise” de ji aliyê dîplomatekî rejîma Îranê bû, ku ev yek bû sedema neşandina balyozê nû yê Firansayê bo Tehranê.
Rejîma Îran yek ji van welatan e ku di kiryarên terorîstî û afirandina aloziyan di deverê de rola serekî heye û berevajiyê eva ku bi xwe xeyal dike, û wekî xirabtirîn welatan di deverê de hatiye naskirin.