
Serokê Stada Giştî yê Arteşa Îsraîlê ragihand, ku rejîma Îranê di hember 500 êrîşîn me li ser Spaha Quds li Sûriyê ti bertekek nîşan nedane.
Roja Înê 11ê Kanûna Pêşîn, Serokê Stada Giştî yê Arteşa Îsraîlê, General “Awîyo Koxawî” eşkere kir, ku di wan mehên dawiyê de, Hizbullaha Lubnanê 2 caran hewl daye ku derbê bi Îsraîlê bide, lê li her 2 hewlên xwe de şikest xwariye û herwisa ragihand ku rejîma Îranê di hember êrîşên berdewam yên esmanî bo ser binke û bargehên Spaha Quds li Sûriyê, berteka leşkerî nedaye û 2 hewlên Hizbullahê jî şikest xwarine.
Herwisa General “Awîyo Koxawî”got: “Bi sedema êrîşên esmanî yên berdewam ji aliyê Arteşa Îsraîlê ve, amadebûna hêzên Hizbullah li Sûriyê kêmtir bûye; Herwisa hewlên Hizbullahê bona derblêdan bi Îsraîlê berdewam e û Arteşa Îsraîlê çavdêriyê li ser wan pilanan dike”.
Piştî kuştina “Muhsin Fexrîzade” rengehiya wê yekê hebû ku rejîma Îranê bi Hizbullah re fermana êrîşên mûşekî li ser Îsraîlê bide, lê pêka berpirsên Îsraîlê hizbûllaha Lubnanê nikare bi sedema krîzan ku têde difetise, amade be ku fermana rejîma Îranê cî bi cî bike.