
Rejîma Îslamiya Îranê bi rêkxistina çendîn rêûresman li jêr navê “Cêjna Nerwrozê” di hewlê de ye ku li Rojhilatê Kurdistanê vê rêûresma netewiya Kurd ji rê derxîne û bi rêkxistina karnavalekê mijûlê kar bûye.
Hejmarek ji yekeyên rejîmê bi hevkariya navendên ewlehî û hêzên serkutkerên rejîma Îranê di bajarê Sineyê de mijûlê rêkxistina bernameyek li jêr navê “Cêjna Newrozê” ne û dixwazin li meydana werzişiya 22ê Gulanê di wî bajarî de bi rê ve bibin.
Ew hewla rejîmê bi armanca ji rêderxistina wê rêûresê ye ku tevî dixwaze naveroka wê rêûresmê ji kultûr û nasnamexwaziya Kurd vala bike, dixwaze li dijî birêveçûna wê rêûresmê ji aliyê xelkê ve pîlanekê cî bi cî bike û xwe wê rêûresmê bi bê naveroka Kurdî bi rê ve bibe.
Birêvebirina wê pilana rejîmê ya li jêr navê “Cêjna Newrozê” û li bajarê Sineyê, di cîhekî de ye ku rejîmê bi xwe cihê wê rêûresmê diyarî kiriye û naveroka wê rêûresmê û heta kesên ku di wê rêûresmê de dê biaxivin û heta gotinên wan jî ji aliyê dezgehên ewlehî yên rejîmê ve hatine diyarîkirin û di rastiyê de bilî bêrîzîkirin bi nasnameya Kurdî ya Newrozê û ji rêderxistin û sansorkirina naveroka Kurdî ya rêûresma Newrozê ti armancek din tinînin.
Lewma hewce ye ku welatiyên Kurd bi beşdarînekirin di wê rêûresmê de “Ne”yek bi hêz bi pîlanên rejîmê bidin ku herwisa bi wateya “Ne” bi komara Îslamiya Îranê ye.