Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di hewlê de ye ku nasnameya Kurdistanê ya Hewramanê, bi Îranî-Îslamî bide nasandin

12:48 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rejîma Îranê li meşa jinavbirin û veşartina şaristaniyet, şûnwar, kultûr û dîroka Kurdistanê hewlê dide ku bînasaziya Herwramanê ku dîrokek çend hezar salî he ye weke “Mîmariya Îranî-Îslamî” bide nasandin.

Wezîrê Mîrata Çandî yê rejîma Îranê “Îzetullah Zerxamî” di vîdeo-konferansekê de li zanîngeha Razî li Kirmaşanê got: “Xelkê Kirmaşanê di heyama çendîn hezar salan de jiyan û afirankariyên xwe li çand, dab û nerît û rêûresmên xwe digel xwezayê hevaheng kirine û ew bînasaziya Hewramanê ku di cîhanê de bê mînak e li ser vê pêgeh û binyatê hatiye avakirin”.

Navbirî di berdewamiya gotinên xwe de, bînasaziya Hewramanê bi “mîmariya Îranî Îslamî” dide nasandin ku berevajiyê gotinên wî yên destpêkî ne.

Herwisa pêka rapora Nûçegihaniya “IRNA” a girêdayî rejîmê, Hewraman weke 26emîn mîrata berçav a Îranê di rêzbenda cîhanî yê “UNESCO”yê de hatiye tomarkirin.

Devera Hewramanê ku zêdetir ji 700 gundan û çendîn bajar û beşên parêzgeha Sine û Kirmaşanê ji xwe digre, dîrok û şaristaniyetek çend hezar salî ya Kurdistanîbûnê he ye û rejîma Îranê hewl dide nasnameya Kurdistanê ya hemû deverên Rojhilata Kurdistanê weke mîrateke Îranî-Îslamî bide nasandin.