Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di Kurdistan de bi berdewamî cineyetan diafirîne

17:47 - 2 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Yek ji wan cinayetên ku rejîma Îranê di Kurdistan de afirandiye û wekî lekeyeke reş li ser eniya wê rejîmê xuyaye, bidar vekirina 59 ciwanên Mehabadê bû.

Li sala 1362`an, du salan piştî encam dana cinayeta kuştina bikom li gundê “Qarnê”, li sala 1362`an, rejîma cinayetkar a axundên Îranê, bi bê hebûna tu belgeyeke yasayî û tenê bi armanca tolstandin û keb vebûn li civaka Kurdistanê û neteweya Kurd, 59 ciwanên Kurd ên bajarê Mehabadê bi tohmeta alîkarîkirina di gel PDKÎ, li bajarê Tevrêzê bidarvekirin.

Destûra desteserkirin û bidarvekirina wan 59 ciwanên Kurd yên li bajarê Mehabadê, ji aliyê “Hemîd Celayîpûr” Fermandarê vê ser demî yê rejîmê, li bajarê Mehabadê hatibû dan û bi bê hebûna tu belgeyeke yasayî, ew cezayê dijî mirovî derkiribû, dana wê cezayê dijî mirovî di demekê de bûye ku hejamrek ji wan girtiyan zarok bûne.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di wê ser demê de, tevî şermezarkirina ev kiryara dijî mirovî, û di tolstandina wê cinayetê de, li bajarê Kurdistanê, nemaze li nêzîkî bajarê Kirmaşan, Kamiyaran û Sineyê, 59 êrîşên serkevtî li dijî dagirkarên Kurdistanê encam dan, ku şehîd “Şapûr Fîrûzî” fermandeyê wan êrîşan bi stûiyê wî bûye.