Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di Kurdistanê de hewla komkirina caş û pasdarên berê (xanenşîn) dide

12:29 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Digel destpêkirina qonaxa nû ya xebata PDKÎ ya bi navê “Rasan”ê, û berfirehbûna vê xebatê û pêşwazîkirina xelkê, û çalakvanên medenî û siyasî di Kurdistanê de ji pêşmergeyan, û ji vê xebata nû, rejîm bi lez û bez ketiye nava hewldanan de bona komkirina caş û pasdarên berê (xanenşîn) di Kurdistanê de.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, di çend rojên derbazbûyî de, di hin bajarên Kurdistanê de, weke bajarê “Pawe”, “Merîwan”, “Bane” û “Serdeşt” û herwisa deverên girêdayî bi wan bajaran, hewla komkirina caş û pasdarên xanenişîn dide.

Rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê dike ku, niha berpirsên rejîma Îranê di bajarên Kurdistanê de, bi timayîbirina caş û pasdarên berê (xanenşîn) bi pere û dana pile û payeyên cur bi cur, (ku tu mifaha wan ji bo rejîmê nemabû),  niha wan li dewra xwe kom dike.

Di doma vê raporê de hatiye ku: Berpirsên leşkerî yên rejîmê di Kurdistanê de, wan û caş û pasdarên berê (xanenşîn)  ji bo şer digel hêzên pêşmergê Kurdistanê kom dike, û herwisa wan çekdar jî dike.

Berê jî malpera “Kurdistanmedia”yê, her di vê derheqê de nûçeyek belav kiribû ku, binkeyên rejîma Îranê yên li bajarên weke “Şarekend”, “Nûbar” û “Sedirabad” de, rojane bi alîkariya destûpêwendiyên xwe hewl didin, da ku zanyariyan derheqê stargehên pêşmergeyan kom bikin.