Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di nav xelkê “Gaware” yê bajarê Kirmaşanê de şer û fitneyê diafirîne

12:51 - 7 Nîsan 2021

Li gorî zanyariyên ku gihîştine bi malpera “Kurdistanmedia”yê, karbidestên rejîma Îranê li îdareya Cengelbanî ya Kirmaşanê çîrînghên gundê “Bînehir Ewliya” bi gundê “Biyame” firotiye.

Karbidestên Cengelbaniyê bi rûniştiyên gundê “Biyame” gotine, pere bidine me heya ku em çîrîngehên gundê “Bînehir Ewliya”yê bidine we, eva jî di demekê de ye ku rûniştiyên gundê “Bînehir Ewliyan”ê xwediyê wan çîrîngehan in.

Heya niha ew fitneyên ku rejîmê çêkirine, di navbera rûniştiyên wan du gundan de şer û pevçûn çê bûye û çendîn kes jî birîndar bûne.

Di niha de rewşa wan du gundan aloz e û natebayî di navbera xelkê de heye.