
Kurdistanmedia: Berprisê berê yê tîma Ajansa navneteweyî yê enrêjiya etomî texmîn dike ku rejîma Îran, di navbera 6 heya 8 mehan de dikare çeka etomî çê bike.
Roja Çarşemî 5`ê Hezîrana 2019`an, berpirsê berê yê tîma Ajansa navtewey yê etomî “Ulî Hanyonn”di gotûbêjekê de ragihandiye ku, li gorî texmînan û rewşa bingehîn yên navendên navikî yên Îranê, hekî ev welat lipey çeka navikî be, di heyam 6 heya 8 mehan de şiyana destpêragihîştina wî wetalî ji çeka navikî re hedibe.
Herwisa wî berprisî Ajansa navnetewey got: Welatên wekî Îsra`îl û welatên Kendavê dibe nîgeranê vê yekê bin, hekî Îran şiyana destpêragihîştina bi çeka navikî hebe, ew wê çawan bikarin ewlehiya xwe barmte bikin?
Sala derbazbûyî Amerîka li lihevkirina navikî ya digel Îran û welatên zêdeyî 5, vekişiya, û Amerîka dibêje ku ev daxwazkarê lihevkirineke baştire û herwisa lidijî bernameya mûşekî, û piştevaniya Îranê ji girûpên terorîstî yên li deverêne.
Rejîma Îranê bi berdewamî ji aliyê Amerîka û welatên Ewropayê ve, derheq binpêkirina mafê mirov, piştevanîkirin li girûpên terorîstî li devera Rojhilata Navîn û hewl dan bo destpêragihîştin bi çeka navikî hatiye rexnekirin û hişdarî jê re hatine dan, lê, ev rejîma Axûndî bi bê berçavgirtina yasayên navnetewey, kiryarên terorîstî û dijî mirovî yên xwe di dever û cîhanê de berdewam kiriye.