
Rejîma Îranê bi hegera qerdariya xwe ya abûna endametî li Netewên Yekbûyî, weke ceza dan, ji mafê deng danê di wê saziyê de hate bêpar kirin.
Sekertêrê Saziya Netewên Yekbûyî, Antonî Gotrês ragîhand ku rejîma Îranê bi sedema 16 Milyon qerdariya xwe ya nedana abûna mafê endametiyê bi wê Saziyê, ji mafê dengdanê di civîna giştiye Netewên Yekbûyî de hate bêpar kirin.
Gorî benda 19 a menşûra Netewên Yekbûyî, heçî welatek ku bo heyamê 2 salan Abûna heqê endametiya xwe nede, mafê deng danê jê tête wergirtin.
Îran dibe salê 5.5 Milyon Dolarî Abûnê bide Netewên yekbûyî, ev 3 sale ku Abûne nedaye ku niha qerdariya Îranê giheştiye 16 Milyon Dolaran.
Berdevkê wezareta derwe ye rejîma Îranê jî di berteka wê biryarê de ragîhand: Îranê bi serdema dorpêçan li ser Îranê, nekariye Perê qerê xwe veguheze û bide.