
Rejîma Îranê ragihand ku hêzên behriye Îranê dest bi ser gemiyekî Îmaratê de girtine ku bi bê îzn kevtibû nava Avên nêzîkî Îranê.
Ew yeke bû sedema aloziya zêdetire peywendiya Îran û Îmaratê. Îranê di demekê de dest bi ser Gemiya Îmaratê de girtiye ku taze çend roj bi ser lihevkirina di navbera Îsraîl û Îmaratê re derbas dibe, rejîma Îranê gelek zû piştî wê li hevkirina di navbera Îmarat û Îsraîlê, gef ji Îmaratê xwarin.
Wê demê Hesen Ruhaniyê serkomarê rejîmê, û hinek pastarên terorîst ew lihevkirna tiştekî nezanane ya deshilatdarên Îmaratê hesibandin .
Rejîma Îranê ragihand ku 2 kes ji masîgirên Îranê nêzîkî Avên Îmaratê ji aliyê garda parêzvaniya Îmaratê ve hatine kuştin û çend kes jî destbiser kirine , û Îran daxwaza cinazê wan dike.
Ew kiryara rejîma Îranê bi curekê cîbicîkirina gefên wêye ku çend rojan berî niha ji Îmaratê kiribûn.
Ew yeke dikare tenahiya Kendawê aloz bike û bertekan bi du xwe de bîne.