
Kurdistanmedia: Serokê Civata Mededkariya Civakî ya Îranê ragehandiye, ku di nava 157 welatên cîhanê de Îran di rîza 109`an de ye.
Serokê Civata Mededkariya Civakî ya Îranê ragehand: Li ser bingeha amara Saziya Pizîşkê qanûnî di sala 1396`an de, %5 mirinên derheq xwekujiyê di Îranê de zêde bûne.
Siyêd Hesen Musewî di duyemîn civîna neteweyî ya pêşgîrî ji xwekujiyê de, ragehand: Li ser bingeha amarên rageandî, ji aliyê serokê Dezgeha Qezayî ve, 16 milyon û 300 hezar dosiyeyên qezayî di welat de hatine amadekirin, lê di welatekî wek Hindustanê de, ku zêdetir ji 1 milyard heşîmeta wê heye, tenê 1 milyon û 200 hezar dosiyeyên qezayî hene, ku ew pirs nîşan dide, di biyavê qezayî de, siyasetguzariyeek baş me tunebûye.
Siyêd Hesen Musewî ragehand ku li gora gotina serokê Saziya Karûbarê Xwendekarên ser bi Wezareta Ilûm di dema yek salî de, %22 mînakên tundûtîjiyê û şerê fîzîkî di zanîngehan de hebûne. Herwisa %27 ji xwendekaran kêşeyên derûnî hebûne, û %33 ji xwendekaran jî ji rewşa jiyana xwe nerazî ne, ku ew yek, bi sedema vê ye ku asta berpirsyariya civakî di welat de li xwarê bûye.
Serokê Civata Mededkariya Civakî ya Îranê herwisa ragehand: Vekirîbûna rewşa siyasî asta kêfxweşiyê zêde dike. Niha rewşa civakî û cihê karê me, û heta rewşa bajar gelo heya çi qasî şad xûya dike?.
Wî di dirêjiyê de tevî gazindeya ji vê ku di van salên dawiyê de, bedela siyasetdarêjiya ferhengî zêdetirîn kêşeya ferhengî rû daye, ragehand: dîwarê baweriyê di nav me de nemaye.
Hekî qerar e ku em ji vê rewşa giran derkevin, dibe ku em ji bilî vegeşîna aborî ber bi aliyekî ve herin ku xelk beşdariyê tê de bike. Heya dema ku şadî û sermayeya civakî di nava welat de nebe kultur û bi cih nebe, emê şahidê zêdetirîn amara xwekujiyê bin.
Navbirî derheq vekirîbûna rewşa siyasî herwisa ragehand: Di van dewreyan de ku azadiya karê siyasî zêdetir bûbe, amara xwekujiyê jî daketiye. Dibe ku em îznê bidin ku xelk bi dîtingehên curbicur di çarçoveya yasaya bingehîn de çalakiyan bikin, hekî ne wisa be, xisarên civakî, gefa li ewlehiya neteweyî ya me dixwe.