Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di werziş û siyasetê de şikest xwar

12:09 - 15 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Di topa a Îranê de ku hertimî siyaset li pişte vê carê di lêza topa pê a Îran û Îraqê de ku bi qzancê Îraqê bidawî hat, bû bi xweşiya xelkê nerazî yên Îraqê û li dijî rejîma Îranê jî silogan gotin.

Lêstoka topa pê a Îran û Îraqê bi qazancê Îraqê bi dawî pê hat, lê di destpêka lêstokê de dema ku sirûda rejîma Îranê hate xwandin, temaşevanên Îraqî bi fîtlêdan û siloganan li dijî rejîma Îranê nerizayetiyên xwe nîşan dan.

Di dema doma lêstîka topa pê de, temaşevanan bi siloganên, “Emê te bixeniqînin Qsim Silêmanî, Em Îraqî ne” û sedan siloganin din digotin.

Li meydana Tehrîr a Bexdadê jî, nêzî du milyon kes ên nerazî di wir de kom bûn û di dema ku Îraqê gula duyem li Îranê da, keyfxwaşiyên xwe nîşan dan.

Bi demjimêran xwenîşanderên nerazî yên Îraqê bi wê sedemê keyfxweşî kirin û sedan silogan li dijî rejîma Îranê û Qasim Silêmaniyê terorîst gotin.

Di destpêka ku rejîma Îran li ser kare heya niha, di dîrokê de eve yekim care ku deriyên bajarê Kerbela û Necefê li ser Îraniyan de hatiye daxistin.