
Kurdistanmedia: Nûnerê taybet yê Amerîkayê yê li karûbarê Sûriyê, gotiye: Derketine rejîma Îranê ji wî welatî, yek ji şert û mercên gotûbêja paşerojê ya digel Îranê ye.
Roja Çarşemî, 1`ê Cozerdana 1398`an, “James Jeffri” nûnerê Amerîkayê li karûbarê Sûriyê , di civîna bi navê “stratîjiya dewlet û nîqaşkirina lderheq bidstxistina rêçareyekê bo welatê Sûriyê” got:Stiratîjiya me li nav axa Sûriyê dawî anîn bi şer û aloziyane û derketina hêzên rejîma Îranê li seranserê axa Sûriyê, ev yek ji xalên bingehîn yê vê stratîjiyê ye”.
Navbirî bas ji vê jî kir ku: Stratîjiya me eve ku jinavbirina girûpên terorîstî yên wekî “DAÎŞ” û givaş xistin bo derxistina tevahiya hêzên rejîma Îslamî ya Îranê li seranserê axa Sûriyê û herwisa xatircem bin derheq rêçareyeke siyasî li riya daxuyanameyên encûmena ewlehiyê ya saziya NY.
Amerîka li ser vê baweriyê ye ku, hebûna rejîma Îranê li welatê Sûriyê, nearamî û aloziyan berfirehtir dike û gefeke li dijî welatên herêmê bitaybet Îsra`îl.
Herwisa wî nûnerê taybet yê Amerîkayê, li karûbarên Sûriyê, di berdewamiya axavtina xwe de wiha axavt: Girîntirîn armancên ku em û civata cîhanî erê dikin, eve ku: Welatek li Sûriyê bibe xwedî desthilat, ku teror û çeka komkûjiyê vernegire, binke û stargehan bo rejîma Îranê dabîn neke û herwisa lihemberî xelkê xwe berpirsiyar be.
Rejîma Îranê, bi milyardaha Dolar pere li Sûriyê xerc kiriye, da ku desthilata Beşar Esed biparêze û li riya mana rejîma serkutkar bîr û ramana zêdexwazî ya xwe li herêmê zêde bike.