Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dibêje rapora UNê li ser êrîşa Aramkoyê pîlana Amerîkayê bûye

12:47 - 14 Hezîran 2020

Roja Şemî 13`ê Hezîranê Wezareta Derve ya rejîma Îranê ragihand ku rapora Sekreterê Neteweyên Yekbûyî li derheq sûçdarkirina Îranê li derheq êrîşa mûşekî bo ser damezrawa neftî ya Erebistanê, hemû pîlan û pilanê Amerîkayê bûye.

Rejîma Îranê dibêje hemû pîlanên Amerîkayê di vê demê de, bo vê yekê ye ku bikare pirsa dorpêçên li ser cebilxana Îranê li Saziya Neteweyên Yekbûyî de bipejirîne.

Roja Înê Antonî Gotrês Sekerterê Netewên Yekbûyî ragihand ku jêder û çavkaniya êrîşa mûşekî ya bo ser Aramko ya Erebistanê, rejîma Îranê bûye.

Nûçegihaniya Roytêrzê di raporekê de eşkere kir ku Gotrês ev pirse daye Şêwra Tenahî ya Navnetwî. Bê guman dema pirsa dorpêçên li ser cebilxana Îranê bikeve ber bas û biryar bê vergirtin, ew rapora ku Îranê dest li êrîşa li ser damezrawa nefta  Erebistanê de hebûye, dê bandor hebe û egera hindê heye bi tekeziya Amerîkayê li ser vê pirsê, dorpêç û givaşên tundtir bikevine ser rejîma Îranê.