Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê digel krîza kêmbûna genim rû bi rû ye

12:30 - 8 Çirriya paşîn 2021

Serokê Navenda Kanûna Pîşeya Xwarina rejîma Îranê “Mihemderiza Murtezewî” gotiye: “Em di rewşekê de ne ku neçar in bo kirîna genim digel welatên ku genimek zêde hene danûstandinê bikin”.

Heriwsa “Murtezewî” gotiye, di heyama wan çend salên derbasbûyî de bi sedema vê ku me ne genim kiriye û ne jî paşket kiriye, me siyasetek dijî werzêran bi rê ve biriye.

Pêka wan amarên ku ji aliyê çalakvanên beşa taybet hatine belavkirin, berhemanîna genim pêka sala derbasbûyî ji 30% daketiye. Bi vê sedemê rejîm neçar e bo qerebûkirina wê pirisgirêkê, genim ji welatên din hawirde bike û eva di halekê de ye ku nirxa genim di bazarên cîhanê de ji 80% bilindtir bûye.

Di niha de rejîma Îranê salane 7 miliyon û nîv ton genim di welatên “Rûsiye, Alman” û beşekê ji welatên Ewropaya Rojhilat dikire.