Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dijminayetiya Olê Mesîhî diket

12:08 - 15 Kanûna Paşîn 2021

Rejîma Îranê, 8`emîn welatê dijî Mesîhe li cîhanê de.

Roja 13ê Kanûna Paşîn a 2021an, Saziya Mesîhiyan a bi navê “Deryên wekirî” di rapora salaneye xwe de li derheq Mesîhiyên 50 welatan di cîhanê de, ragîhand ku: Rejîma Îslamiya Îranê 8emîn welatê bi dijî Mesîhiyane di asta cîhanê de.

Gorî wê rapora wê saziya navnetewî, rejîma Îranê bi zorê cehdê dike Mesîhiyan li ser Olê wan vergerîne û wan bike Bisilman, rejîma Îranê hebûna Mesîhiyan bi dijî xwe dizane û hekî Bisilmanek biçe ser Olê Mesîhî, jêveye ku ewa cehd û pîlana welatên Rojavayî ye bona lewaz kirina rejîma Îranê.

Mesîhî di Îranê de berdewam dikevne jêr zext û givaş û girtin û cezayên giran ji aliyê rejîmê ve.

Di wê raporê de hatiye: piraniya Kilîsa û cihên îbadetê Mesîhiyan di Îranê de yan hatine dayêxistin, yan berdewam di bin zêrevaniya rejîmê dene, rêberên Olê Mesîhî têne binçavkirin û bi sûçê tevdaniya ewlehiya netewî, cezayê giran bi ser wan de tête sepandin,

Di rapora îsal ya wezareta derveye Amerîka de jî li derheq azadiya Olî di cîhanê hatibû ku, rejîma Îranê berdewame li ser azar û îşkence û girtina Mesîhiyan.