
Kurdistanmedia: Rejîma îranê hewl dida ku Hizbullaha Behrêynê jî çê bike, lê ew pilan ser negirt.
Nûçegihaniyan ragehandin ku 169 kes li Behrêynê hatin destbiserkirin û teslîmî dadgeha Menamê hatin kirin.
Serdozgeriya Behrêynê bi weşandina daxuyaniyekê ragehand ku ew kesane, ku 111 ji wan di hepsê de ne, tohmetbar in bi pêkanîna girûpekê li jêr navê Hizbullahê bi piştevaniya rejîma Îranê.
Li gora rapora radyoya Firansayê, serdozgeriya Behrêynê rêkevta detsbiserkirina wan kesan ranegehandiye, lê pêdaghirî kiriye ku hinek ji tohmetbaran berî vê ku tevlî Hizbullahê bibin, li dervey vî welatî perwerde dîtine, û bûne çekdar.
Rejîma Îranê her bi sedema van siyasetên xwe ye ku niha di cîhanê de îzole bûye, û di navxwe de çi pêgeheke wê nemaye. Ew rejîm hewl dide bi van siyasetan rewşa welatên herêmê aloz bike, û bîr û raya giştî bixapîne û bala wan bedela rewşa navxwe ya Îranê bikêşe ser kêşeyên di welatên din de.
Lê çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku ew siyaset jî nikare temenê wan dirêj bike, belku berevajî wê bibe sedema zexta zêdetir ya civaka cîhanî û zexta xelkê navxwe li ser vê rejîmê, û wê dawiyê bi temenê vê deshilatê bîne.