
Saziya Xwarin û Derman a rejîma Îranê daye zanin ku di bin givaşa siyasî ya çendîn kes û damezraveyên siyasî de ye ku bi lezgînî dermanek ku îdia dikin dermanê Koronayê ye em erê bikin.
Roja Pêncşemî 10ê Kanûna Pêşîn, Cihgirê Serokê Encumena Nojdarên Îranê, “Elî Fatimî” ragihand: “Em di bin givaşa çendîn kes û navendên siyasî de ne ku bi lezgînî vakseneke Îranî û dermanekê bi şik erê bikin ku hatiye îdiakirên ew derman vaksena Koronayê ye û ji me hatiye daxawzkirin ku bi lezgînî îznên hewce bi wan re bidin.
“Elî Fatimî” ragihand: “Ti kabûsek ji wê xirabtir nîne ku tendirustiya xelkê bi siyasetê ve tevlihev bibe”.
Herwisa “Elî Fatimî” ragihand: “Niha Saziya Xwarin û Derman di bin givaşa tund asiyasî bona erêkirina vaksen û dermanên dijî Koronayê de ye; Mixabin hin kes bi mifahvergirtina xirab ji seha netewî û Oliya xelkê, derbasbûya Îranî an Îslamiyê bi wî dermanî re didin ku ev hem zulim li ser xelkê û hem zulim li ser Olê ye”.
Berpirsên rejîma Îranê ku “teror, dizî, gendelî, siyaset û birêvebirîna deshilat” tevlihev kirine, bona mifaha malî û bona sehekî faşîstî, tevî neşiyan û gendeliyên xwe dixwazin bi gavaşan li ser zana û bisporan, bigihin bi armancên xwe.