Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze bomba navkî berhem bîne

12:39 - 29 Îlon 2021

Govara “Foreign Policy” belavkiriye ku rejîma Îranê ji danûstandinên Bercamê bo hederdana dem û destpêregihîştin bi bomba navkî mifahê jê verdigre.

Berpirsên Amerîkayê di ragihandinan de basa wê yekê dikin ku hivîdar in Îranê bizivire ser masê danûstandinan lê di piştre nigeran in ku rejîma Îranê ji wê proseyê bo destpêregihîştin bo bomba navkî mifahê jê verbigre.

Pêka wê raporê, derkevftina Amerîka ji Efxanistanê dost û dujminên Amerêkayê bi hêz kirin ku Amerîka ji Rojhilata Navîn derbikve.

Ji aliyekî din ve, derkevtina Amerîka ji Efxanistanê bûye sedem ku rejîma Îranê pêdegiriya zêdetir li ser çeka navkî bike.

pêka lihevkirina Bercamê, Îran îzna meyandina Uraniyomê heta tîratiya %3.67 heye, lê rejîma Îranê bi hêceta dorpêçên Amerîkayê, di destpêkê de meyandina Uraniyomê heta qasa %5 bû, piştre heta %20 zêdetir kir û niha jî dixwaze bigihîne bi %60.

Di halekê de ku rejîma Îranê çalakiyên xwe yên navkî nasekinîne û nazivire ser masê danûstandinan, dewleta Amerîkayê ragihandiye: “Bijardeya dawî li dijî Îranê, bijardeya leşkerî ye”.