Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze hevkariya xwe digel Ajansa Navnetewî ya Vizeya navikî kêm bike

17:13 - 10 Şibat 2021

Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Mihemedcewad Zerîf” ragihand: “Pencera vekirî ya lihevkirin digel Amerîka li halê dayxistinê de ye û ew dayxistine jî bi sedema xweparegirtina Amerîkayê ye.

Roja Çarşemî 10ê Şibatê, Wezîrê Derve yê rejîma Îranê, “Mihemedcewad Zerîf”, li hevpeyvînekê digel nûçegihaniya rejîmê ya bi navê “IRNA”yê, ragihand: “Îran di demeke nêz de, hevkariya xwe digel Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî dê kêm bike” û herwisa daye zanîn ku, li bersiva pêbendnebûna Amerîka û Ewropayê bi sozên xwe li derheq lihevkirina Navikî, em pêka biryara Meclisê û di çarçoveya yasa û Bercamê de, dê bernameya xwe ya navikî berfirehtir bikin û hevkariya xwe digel lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî jî kêm bikin.

Rejîma Îranê ji paşevekêşana xwe li sozên dayî li Bercamê, wekî emrazeke givaşxistinê li ser Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî û welatên girêdayê bernameya Navikî a rejîmê bikar tîne ku bikre dema hewce bo geşeya navikî û bidestveanîna çeka navikî bi dest xwe ve bîne.

Rejîma Îranê  ji her derfet û hêcetekê bona geşedan bi bernameya navikiya xwe û bi destveanîna çeka navikî, mifahê verdigre.