Wezîrê Nefta rejîma Îranê “Cewad Ocî”gotiye ku biryar dane qerê 2 milyard Dolarî yê kirîna gaza Tirkemenistanê bidin û herwisa kirîna gazê ji wî welatî careke din destpêbikin.
Wezîrê Nefta rejîma Îranê “Cewad Ocî”, piştî hevdîtin digel Wezîrê Derve yê Tirkemenistanê “Reşîd Moradof” di cîvîneke rojnamevaniyê de got: “Me 2 girêbestên 25 sale yên gazê digel Tirkemenistanê li 2 parêzgehên Xurasan û Gulistanê de hene û rojane 4 milyon metra 3cî gazê bo wan du parêzgehan ji Tikkemenistanê dikirîn.
Rejîma Îranê li sala 2017an bi sedema nedana qerê gaza Tirkemenistanê di dadgeha navnetewî mehkûm bi dana 2 milyard Dolarî bû û niha rejîma Îranê dixwaze wî pereyî bide û careke din gazê ji Tirkemenistanê bikire û pêka amarên meclisa rejîma Îranê, wezareta Nefta Îranê 70 milyard Dolar qerdar e.
piştî ragirtina şandina gaza Tirkemenistanê bo Îranê di sala 2017 de, wî welatî ew gaza ku difirote Îranê bi welatê Çîn û Rûsiyê firotiye û hewcehiyên wan dabîn dike lewma hêj rohn nîne ku Tirkemenistan bi qasa hewcehiya Îranê gazê bi Îranê bide an ne.
Îran ku xwediyê mezintirîn kanên gazê di cîhanê de ye bi sedema neşiyan, gendelî û girîngînedana rejîma Îranê jê bêpar e û neçar e ji welatên dinê gazê bikire.