Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze ji werzêran bacê bistîne

16:18 - 27 Çirriya pêşîn 2020

Pêka madeya 81 a pejirandî ya meclîsa rejîma Îranê li sala 1366an, werzêr û xwediyê terşan ji dana her bacekê bo dewletê hatibûne miafkirin, lê niha Komîsiyona Aborî ya dewlet ya meclîsa rejîmê dixwaze wê biryarê hilûşîne.

Li despêka demsala Payîza îsal de, Komîsiyona Aborî ya dewlet, li reşnivîsa pêdeçûn li yasayên bacên resterast, biryar dane ku tev miafbûnên pişka werzêrî û pişêkên girêdayê wê pişkê hilûşînin ku ji aliyê werzêran ve bi tundî hatiye rexnekirin.

Pêka wê reşnivîsê, dahata kesên ku karên werzêriyê dikin bi tev pişkên girêdayê, heta 100 milyon tumen bi nirxa sifir û ya zêdetir pêka yasayên beşa 5 û 7 a wê reşnivîsê dê bacê li xwe bigre.

Karnasên aborî li ser wê bawerê ne ku hilûşîna miafbûna werzêran ji bacdanê, di halekê de ku tehrîm û belavbûna vîrûsa Koronayê barekî herî giran bona dabînkirina ewlehiya xwarinê xistiye ser milê werzêran, karekî ber bi aqil nîne.

Endamê “Heyeta Birêveber a Xubreganê Werzêrî” yê Îranê, “Elî Xanmohemmedî” ragihand: “Niha bi qasekî zêde zarokên werzêran di encama zirara aborî û dahata kêm ya werzîriyê, êdî amade nînin ku li beşa werzêriyê de bimînin û bi standina bac ji werzêran, bêhêvîtî û dûrketin ji werzêriyê dê ji berê zêdetir bibe û ew dê bibe despêka bi dawîhatina ewlehiya xwarinê”.