Bi 10an binav nûnerên meclîsa rejîma Îranê gelaleyek dane meclîsa rejîmê ku pêka wê gelaleyê kompaniyên Çînî ji dana bac bi dewletê têne miafkirin.
Gelaleya miafkirina kompaniyên Çînî ji dana bac bi dewletê bi wajoya 59 binav nûnerên meclîsa rejîmê ve bi heyeta birêveberiya meclîsa rejîma hatiye dan û eger ew gelaleye ji aliyê meclîsa rejîma Îranê ve bê pesendkirin, tevî ku kompaniyayên Çînî ti bacekê bi dewletê nadin, rejîm dê îmkanatên bê beranber jî bi wan bide.
Ew gelaleya di halekê de ye ku berhemhêner û tacirên hundirî ji dana baca zêde û givaşên bacê nêzî îflakirinê bûne û ji nebûna piştevaniya rejîmê û nebûna gelaleyên piştevanîkirina meclîsê ji wan, gelek gazinde hene.
Pêka wê gelaleyê, kompaniyên biyanî ku biryarên dorpêçên Amerîka li ser Îranê binpêkirine û hevkarî digel rejîma Îranê kirine, bo danîna sermaye û hevkariyê derfetên zêdetir dê hebin û ji dana bacê têne miafkirin û alîkariyên aborî bo wan kompaniyan bêne kirin.
Herwisa pêka wê gelaleyê, kompaniyên ku bi sedema dorpêçên Amerîkayê karê xwe digel rejîmê qut kiribûn, eger bixwazin careke din li Îranê kar bikin dibe xisaretê bidin û û ji warê malî ve bêne cezakirin.