Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze Kurdan bi destên hevdu bide kuştin

12:24 - 30 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Komara Îslamî di çarçoveya siyaseta danekuştinê ya lawên Kurdistanê, û kutina Kurd bi destên Kurd, ji tu pîlanan xemsariyê nake, û hewl dide ku ji vê riyê ve lawên Kurdistanê li jêr navê serbaziyê bişîne cihên hestiyar ên sînorî.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîm li doma siyastên xwe ên qirêj de, Kurdan dibe xalên sînorî, yan jî wan binkeyên leşkerî, ku nêzîkî sînor in. Armanca rejîmê ew e ku Kurdan bi destên hevdu bide kuştin.    

Niha rejîm wan ciwanên ku zanko tewaw kirine, û pêştir ser bi besîcê nebûn, dibne nav çekdarên Sphaha Pasdran, bo dewreya perwerdehiyê. Piştî ku ew dewre tewaw dibe, wan dibin ser sînor, û bi zorî li wir bicih dikin, da ku hekî şerek rû bide, ciwanên Kurdan bi destên hevdu bêne kuştin.

Dibe ku xelkê Kurdistanê gellek hişyarî vê siyaseta dijminkarane ya rejîmê bin. Ew siyaseta rejîmê xisarê digehîne van ciwanên Kurd , û malbatên wan. Siyasetek ku dikare netebahiyê bixe nav refên gelê Kurd de. Lewra gellek hewce ye ku hemû aliyek bi hûrî serederiyê digel vê pirsê de bikin.