Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze nirxa mazotê bilind bike

12:19 - 7 Hezîran 2020

Rejîma Îranê dixwaze bi bilindkirina nirxa mazotê, hindek ji kembûna bûdceya sala 1399`an dabîn bike

Piştî çend mehan ji bilindbûna nirxa benzînê ku pêka berpirsên rejîmê, 30 hezar milyard tumen dahat hebûye, lê di heftiya derbasbûyî de, Berpirsê Saziya “Bername û Bûdce”ya rejîma Îranê, “Mihemed Baqir Nubext” bas kiribû ku, hikûmet dixwaze parek ji “Yarane”ya eşkere û nehênî bona zêdekirina dahata xwe rake û peka hindek ji zaniyariyan, Komara Îslamî ya Îranê dixwaze hindek ji şewatên wekî mazotê bi bihayekî zêdetir bi xelkê bifiroşe.

Herwisa di reşnivîsa bûdceya sala 1399`an de ku girêdayê firotina benzînê ye, 26 hezar milyard tumen ya mayî dê ji firotina mazot û hindek ji berhemên neftî yên din wekî nefta sipî û gaza şil û qîrê, bi 2 qatî nirxa sala 1398`an bifroşe.

Rejîma Îranê, bê berçavgirtina girîngbûna mazotê li pîşe û veguhastinê de, dixwaze nirxa wê bilind bike lê, mazot wekî benzînê nine ku bikarin berhmeke neftî a dinê bi cihê wê bikar bînin, bi cihê benzînê, zaf caran ji gazê mifah hatiye wergirtin lê tinebûna şewateke erzan bi cihê mazotê dê bibe sedema bilindbûna nirxeke zêde ya berhemên pîşeyî û werzêriyê û herwisa nirxa veguhatinê jî dê bilind bibe û ya rast ev e ku bilindbûna nirxa mazotê, paşhatên girantir ji bilindbûna nirxa benzînê dê di pey xwe de bîne û dê bibe sedema enfilasiyoneke din li ser aboriya îflaskirî ya rejîma Îranê.