Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze xelkê Rojhilatê Kurdistanê bo aliyê rêûresmê xwe rabikêşe

12:54 - 31 Adar 2022

Rejîma Îranê dixwaze li bajarê “Şino”yê rêûremekê lidar bixe û pîlan û bernameyên xwe di wê rêûresmê de bi ser xelkê de bisepîne.

Di bajarê “Şino”ê de, rejîma Îranê dixwaze rêûresmekê Ii jêr navê “Newrozgah” li “Eynerûmê” ku cihek geştiyarî ye lidar bixe û bi belavkirina posterên taybet dixwaze bala xelkê bo wê rêûresmê rabikêşe.

Rejîma Îranê bi armanca têkdan, xeletandin û kontirolkirina “Newroza” Kurdî û herwisa sepandina siyasetên xwe bi ser xelkê de ji wan cure rêûresiman mifahê werdigire û hewce ye ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi taybet xelkê bajarê “Şino”yê agehdarê vê yekê bin û xwe ji wan pîlanên rejîmê bi dûr bixin û di wê rêûresmê de beşdariyê nekin.

rejîma Îranê ji lidarxistina rêûresmên Nerwrozê ji aliyê xelkê ve ditirse, çimkî hêmaya yekîtî û vekheviya gelê kurd e.

 Rejîma Îranê di şeva Newrozê de li bajarê “Şino”yê, bi çek û alavên şer êrîş kirbû ser xelkê û rênedabû ku xelkê wî bajarî rêûresma Newrozê lidar bixin, lê tevî êrîş û gef û şer û levdanê, xelkê li tev bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê, rêûresimên Newrozê bi awayek bi şan lidar xistin û “Ne”yek mezin gotine rejîma Îranê û pîlanên wê rejîmê pûç kirin.