Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dû şer digere

12:15 - 16 Nîsan 2020

Rejîma Îranê herwekî di felsefa xwe de, şer bi ne`emetekî Îlahî zaniye, naha jî bona dirêj kirina temenê xwe, dixwaze şerekê çêbike û xelkê Îranê û welatên deverê, pêwe mijûl bike.

Roja Çiwarşemiyê navenda hêzên Behriye Amerîka li Kendawê ragihand: ev çend rojin ku Belemên Sipaha Pasdaran weke Ziqêtikê devra Navên şerkere Amerîka didin û gelek ji hêz û Gemiyên Amerîka nêzîk dibin û heya niha çendîn caran hatine haydar kirin ku dûr kevin.

Navenda hêzên Behriye Amerîka ragihand, roja derbas bûyî 11 Belemên şerkere Îranê li bakura Kendawê ji Navganên Amerîka nêzîk bûne û cehd kirine ku bo wan hesasiyetê çêbikin û wan tûj bikin daku bersiveke tund bine hêzên Îranê.

Fermandehiya hêzên Behriye Amerîka ragihand ku Belem anku Qayêqên şerkere Sipahê gelek ji 6 Gemiyên Amerîka nêzîk bibûn û dixwastin hêzên Amerîka tehrîk bikin daku şer çêbe.

Hêzên Behriye Amerîka ev Belemên Sipahê haydar kirine ku dûr wan bikevin, lê wan bê guh dan, devra Gemiyên Amerîka zivirîne.

Fermandehiya hêzên Amerîka ragihand ku Îran bi dû çêkirina şer de digere û ev karê Sipaha terorîstî, dikare gelek cihê tirs û nîgeraniyê be.