
Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê, li parêzgeha “Mazenderan”ê erdê Xelkê Behayî ku li belgeyên tomarkirî û fermî bi navê wan xelkan e bi zoremilî û bi hêceta “parastina çavkaniyên surûştî”, xewt dike.
Rajîma Îranê bona dijatîkirin digel Ola Behayî û herwisa azardana xelkê behayî li Îranê, erdê bawermendên Ola Behayî zewt dike an gundên wan bi loderan dihiloşîne û wan li warên wan derdixe, wekî mînak li wan çend rojên dawiyê, li parêzgeha “Mazenderan”ê erdê xelkê gundê “Roşen Kûh” ku 160 malbat in ji aliyê rejîmê ve bi taybet “Cengelbanî” bi alîkariya hêzên Întizamî bi hêceta parastina çavkaniyên surûştî zewt kirine.
Xelkê wî gundî belgeyên tomarkirî yên fermî hene ku dide xuya ew xwediyê wan erdan in, lê rejîma Îranê bi zoremilî erdên wan gundiyan zewt kirine.
Berê jî gundê “Êwel” li parêzgeha “Mazenderan”ê, ku 50 malbatên Behayî têde dijiyan û karên werzêriyê dikirin ji gund hatibûne derxistin û gundê wan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû kavilkirin û xelkê wî gundî avare kiribûn.
Xwediyên wan erdan dane zanîn ku damezraveya “Parastin ji çavkaniyên Surûştî” bi handana îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîs wan karan dike.
Ji despêka şoreşa gelan li Îranê, xelkê Behayî rastî givaş, heps û îdamê hatine û berpirsên Olî û herwisa navendên Olî yên rejîmê wekî ‘Binyata Mistez`efan”, piraniya darayiya Behayiyan zewt kirine.
Pêka gotina Ayetullah Mekarim Şîrazî, ku “Merceê Tqlîd” e, zewtkirina darayiya Behayiyan helal e û nabe Behayî bibin xwediyê erd û xaniyan.