Sibêdeha roja Pêncşemî 18`ê Xermananê, demjimêr 6ê sibêdehê, rejîma Komara Îslamî bi hêceta hebûna Hêza Pêşmergê Kurdistanê, êrîşa esmanî kire ser deverên çiyayî ên Kurdistanê û ew êrîşe heta dema gihîştina vê nûçeyê berdewam e.
Pêka nûtirîn zaniyarî, rejîma Komara Îslamî, bi balafirên şerker êrîş kire ser çendîn dever li Kurdistanê û heta niha jî bombarana balafirên şerker ên rejîmê berdewam e.
Heta niha navçeyên “Sîdekan, Çoman û Hacî Umeran” rastî bordomana balafirên şerker ên rejîma Îranê hatine.