Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê êrîşên saîbirî dike

13:52 - 4 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî ya Îranê, di berdewamiya hewlên xwe de li riya “Aplication” pêşkevtî, êrîşên xwe destpê kiriye û di hewla ajaniyê ye.

Dezgeh û navedên ewlehî û îtila`atî yên rejîma Îslamî ya Îranê, di hewleke din de, bo ajaniyê li ser hevwelatiyên Kurdistanê bi taybet xebatkar û têkoşeran dest bi çêkirina “Aplicationên” sexte kiriye û belav dike.

Li gorî zanyariyên ku gihîştine malpera “Kurdistanmedia”yê, rejîma Îslamî ya Îranê, li riya torên civakî komek “aplication” li ser navê kanala ragehandina PDKÎ,  çêkiriye û ji vê rê hewl dide da ku zanyariyan kom bike û ajaniyê li ser xelk bike.

Her di vê pêwediyê de, di heyama çend rojên derbazbûyî de, rejîma Îranê çendîn “Aplication” li torên civakî de, bi taybet li telegiramê belavkiriye, ku ev “Aplicationa” tenê bo ajaniyê dişîne û dema bikarînînên telefonan “aplictionan” li ser mobaîlan bikar tînên tên hekirin û zanyriên van didizin.

Li sala derbazbûyî, bername û “Aplicstion” taybet bi mobaîlê, li nav xelkê Kurdistanê û bitaybet kesên çalak li dîcîtal medya û torên civakî belavkiribûn, ku, pêka gotinan eva “aplicationa” yên malpera “Kurdistanmedai” û dezgeha ragehandina PDKÎ ne.

Herwisa dezgeha Ragehandina PDKÎ, hemû alî û bi taybet xelkê xebatkar yê Kurdistanê agehdar dike, ku PDKÎ tu “aplication” taybet bi mobaîl bo sîstema Androiyê yan Ayoês li ser dezgehên mobaîlê dîzayn nekiriye.