
Piştî vê yekê ku du tayîfeyên “Bêreyî û Bêravend” di devera “Dereşar” û “Avdanan”ê, ser bi parêzgeha Îlamê de biryara çareserkirina pirsgirêkên li navebera xwede dabûn, rejîma Îranê bona aşitî û sazana wan du tayîfane bûye lemper.
Roja Duşemî 28ê Hezîranê, di bajarên “Dereşar û Avdanan”ê de li dema diyarîkirina sînorên erdê devera “Dînarko” di navbera 2 tayîfeyên “Nasralî û Memûs” de pirsgirêk çêbûye û di encamê de 2 kes bi çekan hatine kuştin û çend kes jî birîndar bûne.
Xelkê deverê basa vê yekê dikin ku 2 Serdarê Îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst di pişt wî şerî de ne û xelkê li dijî hev han didin.
Ew devera ku li ser wê di navbera tayîfeyên “Nasralî û Memûs” de pirsgirêk çêbûye, li warê kêşûhewa û xwedîkirina ajelan ve devereke bi wec e ku ew du tayîfe li demsala Bihar û Havînê de bona zozanan diçine wê deverê.