Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gef ji çalakvanên medenî di Rojhilata Kurdistanê de dixwe

12:39 - 20 Adar 2020

Çalakvanên medenî û xelkê xwebexiş di bajarên Rojhilatê Kurdistanê de, bona paqijkirina û dijegendkirina bajaran, wan hemû hewlên xwe didin ku pêşî ji belavbûna vîrûsa Koronayê bigirin.

Roja Pêncşem 29`ê Reşemê  Çalakvanên medenî yên bajarê Şinoyê baskirine, ku ji aliyê rejîma Îranê ve gefa bi wan dixwin ku mafê wê yekê nînin ku kar û çalakiyên xwe medyayî bikin û nabe ragihandinên derve agehdarî wan çalakiyan bin, û hekî we ragihandinên derve agehdarî çalakiyên xwe kirin dibe bibêjin ku dezgeh û saziyên rejîma Îranê ew xizmet bo xelkê kirine.

Çalakvanên medenî û xelkê sivîl yên xwebexiş, bi pere û keda xwe dest bi paqijkirina gund û bajaran dikin, lê rejîma Îranê tevî ku ti alîkariyekî bi wan nade, hin car jî wan rastî pirsgirêkên cor bi cor dikin û gefan ji wan dixwin, di bajarê “Şino” û hin gundên girêdayê wî bajarî de, wekî gundê “Çeşme Gul” û herwisa di gundê “Merzîng”a devera “Çemê Mecîdxan”a girêdayê bajarê “Merîwan”ê de, û li bajaraê “Mihabad”ê de jî, çalakiyên paqijkirin û dijegendkirina cihên giştî, kolan, şeqam û taxan, bona parastina xelkê ji tûşbûn wê nexweşiyê bi rê ve birin.