Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefa derxistina lêkolerên Ajansa navnetewî a Wizeya navokî dike

11:18 - 10 Kanûna Paşîn 2021

Endamê Heyeta Serokatiya Meclîsa rejîma Îranê, “Ehmed Emîrabadî Ferahanî” ragihandiye ku dewleta Amerîka bi Serkomariya “Joe Biden”, mehek derfet heye ku dorpêçan hilveşîne.

Roja Şemî 9ê Kanûna Paşîn, Endamê Heyeta Serokatiya Meclîsê, “Ehmed Emîrabadî Ferahanî” got: “Hekî heta 3ê yê meha Reşemeya Îsal, Amerîka dorpêçên malî, bankî û neftî hilneveşîne, bê guman lêkolerên Ajansa navnetewî a Wizeya navokî dê ji wî welatî bêne derxtin û bi tekezî, birêvebirina dilxwaz a protokolên girêdayî, dê bêne ravestandin.

Wî berpirsê rejîmê îdia kir ku “Bercam” bû bi girêbesteke yek alî, Îranê hemû sozên xwe bi cih anîn.

Gotinên wî berbirsê rejîmê di demekê deye ku dewletên nêzî Îranê wekî Çîn û Rûsiyê, meyandina %20 a Oraniyomê, binpêkirina xalên “Bercam”ê dabûne zanîn.

Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” ragihandibû: “Daxwaza serekiya me, hilveşandina dorpêçan e û hekî Amerîka bê hilveşandina dorpêçan bizivire nav girêbesta “Bercam”ê, ew bi zerera me ye.

Rejîma Îranê bê guh dan bi daxwazên navnetewî, meyandina Oraniyomê berdewam kir û armanca bingehîn a rejîmê, berhemanîna çeka navikî ye û welatên cîhanê bi taybet Îsraîl û Amerîka bi başî agehdarê wê armanca rejîma Îranê ne.