Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefa jinavbirina Îsraîlê xwar

12:27 - 7 Gulan 2021

Elî Şîrazî, Nûnerê Elî Xamineyî li Biryargeha “Sarullah” û nûnerê wî yê berê li Spaha Quds de, gef xwar û îdia kir ku “Spaha Pasdaran dikare Îsraîlê digel axê bike yek” û îdia kir, “Eger Îsraîl mijûlê tevdaniyê be emê di heyama kêmtir ji 24 demjimêran de wê rejîmê ji nav bibin.

Nûnerê Xamineyî li Biryargeha Sarullah, Biryargeha Ewlehî ya Spaha Pasdaran a taybet a Tehranê, bi gotina “em alxaynin ku ciwanên me dê rojekê cîhana bê Îsraîl bibînin” îdia kir, “me abrûya xwe bo Îslamê danaye û ez bi tev hêza xwe ve dibêjim ku, Spah xwediyê wê hêzê ye ku Îsraîlê digel axê bike yek.”

Gefa ku nûnerê Xamineyî li biryargeha ewlehî ya Spaha Pasdaran li dijî Îsraîlê xwar, rojek piştî wê bû ku Fermandê Giştî yê Spaha Pasdaran a terorîst Huseyîn Selamî jî îdia kiribû: “Teqînên vê dawiyê yên li navendên girîng ên Îsraîlê û afirandina fitneyan di bazirganiya deryayiya wî welatî de domînoyek bûye, û wî terorîstî îdia kirbû ku “ew teqînane dê dûbare bibin.”

Welatê Îsraîlê û rejîma Îranê berdewam gefan li yek dixwen û bi caran binkeyên girîng yên rejîma Îranê ji aliyê Îsraîlê ve bûne armanca mûşekan û rejîma Îranê jî berdewam gefa jinavbirina welatê Îsraîlê dixwe û bi kiryar jî ti tiştek xuya nîne.