Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê gefa têkdana ewlehiya Evropayê dikin

10:55 - 28 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Elîekber Salihî hişdarî da Evropayê ku eger bercam nemîne, wê rewşa ewlehiyê têk biçe, û bibe bêserûberî.

Elîekber Salihî serokê Rêkxistina Wizeya Navikî a rêjîma Îranê hişyarî da welatên Evropayê, ku hekî ji Bercamê derkevin û ev rêkevtina bête hilweşandin, wê bandoreke gelek xirab û biyom bi dû xwe da bi cih bihêle, lewra wî daxwaz ji welatên Evropayê kir ku mana Bercamê biparêzin.

Navbirî weke gef ev yeka jî anî bîra welatên Ewropayê, ku hekî di fikra berjewendiya aboriya xwe da bin, nabe bihêlin bercam hilweşe, ev gotina Salihî bi vê watayê tê, ku eger Ewropa Bercamê hilweşîne, Îran jî dikare berjewendiya aboriye wan bêxe ber tirs û gefê, û nahêle ev di ewlehiyê da bimînin.

Piştî vekişyana Amerîka ji bercamê, anku rêkevtina 5 welatên endamên hertimiye Şêvra Ewlehiya NY digel Alman, tevî Îranê li derheq bernama etomiye rêjîmê, niha bona evê ku Îran bikare li jêr sîbera vê rêkevtinê da xwe biparêz û nehêle rewşa siyasî û aboriya vê wêne pitir xirab nebe, ketiye gef û tirsandina welatên Evropa ku hekî hûn Bercamê hilweşînin, em jî dikarin ewlehî û berjewendiya aboriya we têk bidin û rewşê bo we jî tal û dijvar bikin.